Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê cara ewil keştiyeke şer firot welatekî endamê NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE).
Peymana firotina keştiya TCG Akhîsarê di navbera Şirketa Anonîm a Karsaziya Tersaneyan û Kargehên Leşkerî (ASFAT) û Romanyayê de hat îmzekirin.
ASFATa girêdayî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku firotina TCG Akhîsarê bi awayekî serkeftî hatiye pêkanîn.
Ew keştî sala 2024an li Fermandariya Tersaneya Stenbolê hatibû çêkirin û niha ji bo Fermandariya Hêzên Deryayî yên Romanyayê tê amadekirin.
Di daxuyaniya ASFATê de hat destnîşankirin ku ev peyman "di hinardeya parastinê ya Tirkiyeyê de qonaxeke girîng e."
Her wiha hat gotin ku bi vê gavê re hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de gihiştiye asteke nû.
Car yekem e difiroşe welatekî NATOyê
ASFATê bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye cara ewil e keştiyeke şer difiroşe welatekî endamê NATO û Yekîtiya Ewropayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse