Lêkolîna PIAR: HDP partiya sêyemîn e

08-04-2022
RÛDAW
Nîşan Lêkolîna PIAR Rapirsî HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Lêkolîna PIAR, rêjeya dengê AK Partiyê %34, rêjeya dengê CHPê %24,5 û HDP jî bi rêjeya %10,3 partiya sêyemîn e. Herwiha dengên ÎYÎ Partî, DEVA û Partiya Pêşerojê jî kêm bûne.

Kompanya Lêkolîna PIARê, encamên rapirsiya di navbera 1 û 4ê Nîsanê de li 26 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi 2 hezar û 584 kesan re rûbirû hat kirin eşkere kir.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê? hat kirin.

Piştî rêjeya dengdêrên bêbiryar li ser partiyan hatin dabeşkirin, dengên partiyan wiha ne:

AK Partî: % 34

CHP: Yüzde 24,5

HDP: % 11,9

ÎYÎ Partî: % 10,3

MHP: % 9

DEVA: % 2,3

Seadet: % 1,6

Partiya Zafer: % 1,5

Partiya Serbixwe ya Tirkiyê: % 1,3

Partiya Karkerên Tirkiyê: % 1,1

Yên din: % 2,5

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmet Edîp Taşar koça dawî kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Mehmet Edîp Taşar bi pençeşêrê bû lê nehat berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşarê 70 salî yê ku ji 3yê Adarê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Silîvriyê ya Stenbolê dihat dermankirin, 24ê Adarê wefat kir