Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kartepeyê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê, apekî bi çekê du biraziyên xwe kuştin û yek jî birîndar kir.
Li gorî agahiyan, bûyer li taxa Fatih Sultan Mehmetê ya Kartepeyê qewimî.
Di navbera ap F.Y. û 3 biraziyên wî yên ku ji berê ve di navbera wan de pirsgirêk hebû nîqaş derket.
Nîqaş di demeke kurt de vegeriya şer û F.Y. bi demançeya xwe gule li biraziyên xwe G.Z.Y, M.S. û G.Y. reşandin.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên polîs û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat zanîn ku yek ji birîndaran M.S. bi derfetên xwe çûye nexweşxaneyê.
Tîmên tenduristiyê piştî kontrolê diyar kir ku G.Z.Y. û G.Y. li cihê bûyerê mirine.
Tohmetbar F.Y. ji aliyê polîsan ve li cihê bûyerê hat desteserkirin û polîsan ji bo lêpirsînê ew bir navenda ewlehiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse