RAPIRSÎ - Dengên DEM Partiyê ji sedî çend in?

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî ORC Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapirsiya Lêkolîna ORCyê dengên DEM Partiyê sedî 9,2 ne, CHP yekem û AK Partî duyem e.

Kompanya Lêkolînan a ORCyê, salekê piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan ên Parlametoya Tirkiyeyê rapirsiyek di navbera 2-12ê Gulanê de kir.

ORCyê encamên rapirsiya ku 11 hezar û 600 kes beşdar bûne parve kirin.

CHP, MHP, DEM Partî û Partiya Yenîden Refahê li gorî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan dengên xwe zêde kirine û dengên AK Partî û ÎYÎ Partiyê jî kêm bûne.

Li gorî rapirsiyê, CHP bi rêjeya ji sedî 32,9 partiya yekem e û AK Partî bi rêjeya ji sedî 31,5 partiya duyem e.

Li gorî rapirsiyê rêjeya dengên Partiyan:

CHP: Ji sedî 32,9

AK Partî: Ji sedî 31,5

MHP: Ji sedî 11,5

DEM Partî: Ji sedî 9,2

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 4,7

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,1

Partiya Zaferê: Ji sedî 2,9

Yên din: Ji sedî 3,2

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst