Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsînên di derbarê hilbijartina Tirkiyê de ku ji aliyê Lêkolîna ORC û Arêda Survey ve hatine kirin AK Partî bi bi ferqeke mezin li pêş e. Di rapirsînên herdû kompanyeyan de MHP benda ji sedî 10an derbas dike û HDP jî derbas nake.
Li Tirkiyê hilbijartineke pêşwext tê nîqaşkirin, Lêkolîna ORC û Areda Survey jî di derbarê mijarê de lêkolîn kirin.
Li gorî rapirsiya Lêkolîna ORCê dengê HDPê nagihîje ji sedî 9an, partiya Mustafa Sarigul bi rêjeya ji sedî 2.4 ji partiya Alî Babacan bêtir deng distîne.
Encamên rapirsiya Lêkolîna ORC wihane:
AK Partî: Ji sedî 36.8
CHP: Ji sedî 22.3
IYI Partî: Ji sedî 10.8
HDP: Ji sedî 8.2
Partiya Pêşerojê ya Ahemt Davutoglu : Ji sedî 2.6
Partiya Guhertinê ya Tirkiyê ya Mustafa Sarigul: Ji sedî 2.4
Partiya DEVAyê ya Alî Babacan: ji sedî 2.1 deng werdigrin.
Li aliyê din li gorî encamên Areda Surveyê li ser pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin çêbibe hûn ê deng bidin ke?” Ji sedî 41.7 beşadarvan dibêjin AK Partî, rêjeya CHPê jî ji sedî 21.8 e.
Herwiha li gorî rapirsiya Areda Surveyê ji sedî 9.3 beşdarvan dibêjin HDP, ji sedî 1.8 Partiya DEVA, ji sedî 0.8 Partiya Saadetê û ji sedî 0.4 jî dibêjin Partiya Pêşerojê .
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse