Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Dolmabahçeyê Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf qebûl kir.
Li gorê daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, di civînê de pêwendiyên dualî yên navbera Tirkiye û Pakistanê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin nirxandin.
Erdogan diyar kir ku ji bo pêşvebirina têkiliyên bi Pakistanê re ew dê gavên pêwîst bavêjin da ku armanca xwe ya bazirganiyê ya 5 milyar dolarî pêk bînin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan destnîşan kir ku hevkariya perwerde û îstîxbaratê ya di navbera her du welatan de di têkoşîna dijî terorê de ji bo berjewendiyên her du welatan bi kêr hatî ye.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Şêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Karên Derve yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç û Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu jî amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse