Li Stenbolê teqîn: Mirî û birîndar hene

28-10-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Başakşehir a ser bi parêzgeha Stenbolê ve di nav kargehekê de teqîn çêbû û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan îro Înê 28ê Cotmeha 2022ê li cihê pîşesaziyê ya ser bi Îkîtellî Esenler ya navçeya Başakşehir ve di nav kargehekê de ji ber gazê teqînek çêbû û li gor zanyariyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û midaxeleya agir kirine.

Li gor zanyariyan tevgera tîmên agirvemirandinê li cihê bûyerê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmet Edîp Taşar koça dawî kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Mehmet Edîp Taşar bi pençeşêrê bû lê nehat berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşarê 70 salî yê ku ji 3yê Adarê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Silîvriyê ya Stenbolê dihat dermankirin, 24ê Adarê wefat kir