Li Gîresunê pevçûna malbatan: 3 kes hatin kuştin

29-07-2025
RÛDAW
Nîşan Gîresun Pevçûn Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dereliyê ya parêzgeha Giresunê ya Tirkiyeyê di navbera du malbatan de ji ber pirsgirêkên li ser erdan pevçûn derket û di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Li zozanên Kumbetê yên navçeya Dereliyê ji ber nakokiyên li ser erdan di navbera du malbatan de pevçûn derket.

Piştî wê kesê bi navê Haşim Gençalîoglu bi çekê gule li 3 endamên malbatekê reşandin û heman malbatê jî bi çekê bersiv da.

Di bûyerê de Haşim Kiramanoglu, hevjîna wî Ayşe Kiramanoglu û endamê malbata din Haşim Gençalîoglu canê xwe ji dest da.

Her wiha kurê malbata Kiramanogluyan jî birîndar bû.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst