DEM Partiyê li ser girtina Maduro daxuyanî da

04-01-2026
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Amerîka Venezuela Nicolas Maduro Venezuela Devlet Başkanı Nicolas Maduro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) derbarê operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya li Venezuelayê û girtina Nicolas Maduro daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê operasyona Amerîkayê wekî "binpêkirina hiqûqa navneteweyî" bi nav kir.

Hevberdevkên Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay û Berdan Ozturk bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî operasyona Amerîkayê û biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev kiryar saziyên navneteweyî û normên hiqûqî yên hevbeş bi zanebûn ji holê radike.

Di daxuyaniya Hevberdevkên DEM Partiyê de hat destnîşankirin ku operasyona bi fermana Trump hatiye kirin, êrişek e li ser mafên serweriya welatekî û hat gotin:

"Ev destwerdan, binpêkirina eşkere ya peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî ye.

Her wiha desteserkirina mafê gelan e ku bi rêyên demokratîk biryarê li ser paşeroja xwe bidin.

Nêzîkatiya ku dibêje heta birêvebiriya tê xwestin ava bibe dê welat ji aliyê hêzên derve ve bê birêvebirin, ne tenê ji bo Venezuelayê, ji bo tevahiya cîhanê deriyekî gelekî metirsîdar vedike."

Hişyariya valahiya desthilatê

DEM Partiyê bal kişand ser valahiya desthilatê ya ku dê bi destwerdana leşkerî li Venezuelayê çêbibe û hişyarî da ku dibe herêm bibe qada bazirganên madeyên hişbir û rêxistinên tawanan.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Ev rewş dê bibe sedema pirsgirêkeke kûr a ewlehiyê ku ne tenê gelê Venezuelayê, tevahiya herêmê bixe bin metirsiyê."

Rexne li Maduro jî hatin girtin

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku berpirsyarê krîza li wî welatî ne tenê hêzên derve ne û rexne li birêvebiriya Maduro jî hatin girtin:

"Binpêkirinên mafên mirovan ên birêvebiriya Maduro, zextên li ser mixalefetê û tengkirina qada siyaseta demokratîk, welat ber bi xitimîneke kûr ve biriye.

Lê çareseriya van pirsgirêkan ne operasyonên leşkerî, dorpêç an jî guhertina birêvebiriyê ya bi destê derve ye."

DEM Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku çareserî bi rêzgirtina li îradeya demokratîk pêkan e û got:

"Wekî DEM Partî, em diyar dikin ku em li gel mafê gelên Venezuelayê yê ji bo gihîştina demokrasî, azadî û jiyaneke bi rûmet in.

Em li dijî her cure destwerdana emperyalîst, gefên leşkerî û bêhiqûqiyê radiwestin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst