Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Bornoyê ya li bakurrojhilatê Nîjeryayê di êrişa ISWAPê de herî kêm 10 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên medyaya Nîjeryayê, çekdarên ISWAPê (şaxê DAIŞê yê Afrîkaya Rojava ye) êriş biriye ser herêma Malam Fatoriyê ya Bornoyê.
Di êrişê de 10 welatiyên sivîl mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Borno wekî navenda sereke ya rêxistinên Boko Haram û ISWAPê tê zanîn.
ISWAP sala 2016an ji Boko Haramê veqetiya û wekî baskê fermî yê DAIŞê li herêmê hate naskirin.
Boko Haram jî sala 2002yan hatiye damezirandin û zêdetir bi êrişên xwe yên li ser sivîlan tê naskirin.
Nîjerya ev demek e ku li gelek herêmên xwe, ji bilî çeteyên çekdar rûbirûyî êrişên berdewam ên van her du rêxistinên cîhadîst dibe.
Di encama şer û pevçûnên li herêmê de ku ji sala 2009an ve berdewam dikin, zêdetirî 40 hezar kesî hatine kuştin û bi milyonan kes jî ji cih û warên xwe koçber bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse