Sersal di bin siya şer de: Kîev li benda 2026an e

5 demjimêr berê
Dilniya Rehman
Keçek li Kîevê wêneyê tankan digire\ Wêne û Vîde: Rûdaw
Keçek li Kîevê wêneyê tankan digire\ Wêne û Vîde: Rûdaw
Nîşan Kîev Christmas Ukrayna Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Kîev (Rûdaw) - Kelûpelên Christmasê li mol û dikanên Kîevê hatine raxistin û daxwaz herî zêde li ser dara Christmasê û kelûpelên xemilandinê heye.

Li Kîevê di heman demê de bihabûna bazarê kirîna wan pêdiviyên sersalê zehmet kiriye.

Albina bi mebesta kirîna dara Christmasê û diyariyan ji bo xizm û dostên xwe çûye bazarê.

Ew cara yekem e ku bi pereyê keda xwe kelûpelan dikire, vê yekê ew dilxweş kiriye lê wê got, "Ti tişt ne wekî berê ye."

Albinaya ku şêniya Kîevê ye got, "Bi giştî ji ber bilindbûna bihayan, kirîn û diyarîdayîn kêm bûye.

Rewş gelekî cuda ye, ji ber ku mijar bêhtir bi xweragiriyê ve girêdayî ye ne bi xweşguzeraniyê, îro bi vî awayî derbas dibe."

Yulya jî li Kîevê dijî û wê jî wisa behsa rewşa bazarê kir, "Biha bi awayekî berbiçav bilind bûne, bi taybetî ji bo lîstik, diyarî û xwarinê lê em hewl didin xwe ji wan tiştan bêpar nehêlin.

Em dixwazin li ser heman rîtmê berdewam bin û hemû tiştan bikirin da ku hewaya cejnê hebe."

Li gorî amaran, bihayê berhemên navxweyî yên taybet bi Krîsmisê ji sedî 20 û berhemên hawirde ji sedî 45 biha bûne.

Beriya destpêkirina şer, 100 dolar li hemberî 2 hezar û 500 heta 2 hezar û 800 grivnayan bû lê niha bûye 4 hezar û 100 grivna (pereyê Ukraynayê).

Tatyana firoşkar e û wê jî amaje bi bihabûnê kir û got, "Em her tim û her demê di xizmeta kiriyaran de ne û hewl didin di hilbijartina kelûpelan de alîkariya wan bikin.

Bê guman daxwaza kiriyaran a ji bo kirînê guheriye; ew tenê kelûpelên pêwîst dikirin."

Li kolan û bazarên Kîevê amadekariyên sersalê kêm tên dîtin.

Li wan cihên ku berê xelk disekinîn da ku wêneyên bîranînê li gel dara Christmasê bigirin, niha di nav paşmayên şer de dimeşin û bi hêvî ne ku şer bi dawî bibe.

Şêniyekî Kîevê behsa hêviyên xwe yên şer kir û got,"Em bi rastî hêvîdar in ev şer zû biqede, ji ber ku piraniya kes û kar û xizmên min hîn li eniyên şer in, di nav de mam û birayê min ê mezin hene.

Em li benda wê yekê ne ku ev şer bi dawî bibe û ew bi silametî vegerin. Hemû hevalên min û xelkê Ukraynayê bi giştî di rewşeke wiha de ne."

Bihabûn, berdewamiya şer, qutbûn û jidestdana kesên nêzîk wiha kiriye ku piraniya şêniyên Kîevê bi sarî pêşwaziya sala 2026an bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst