Eyup Doru: Yekîtiya Ewropayê ji bo çareseriyê amade ye bibe navbeynkar

17-07-2025
RÛDAW
Nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê Eyup Doru bû mêvanê Rûdawê
Nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê Eyup Doru bû mêvanê Rûdawê
Nîşan DEM Partî Yekîtiya Ewropayê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) - Nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê Eyup Doru ragihand ku Yekîtiya Ewropayê (YE) piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê û amade ye ku “eger Tirkiye bixwaze bibe navbeynkar”.

Nûnerê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Ewropayê Eyup Doru li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê Eyup Doru bal kişand ser nakokiyên di polîtîkayên Tirkiyeyê de û got:

“Tirkiye ji aliyekî ve ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi partiya me re hevdîtinan dike, ji aliyê din ve hîn jî mirovan digire û Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.”

Eyup Doru helwest û xebatên dîplomatîk ên li Ewropayê yên derbarê pêvajoya çareseriyê anî ziman:

“Yekîtiya Ewropayê gelek caran li ser vê rewşê daxuyanî dan.

Raportorê Taybet ê Parlamentoya Ewropayê yê ji bo Tirkiyeyê jî heye, wî jî gelek caran di beyanên xwe de got ku ew piştgiriyê didin pêvajoyeke ku pirsgirêka Kurdan li Rojhilata Navîn bi awayekî aştiyane bê çareserkirin.

Ev yek di berjewendiya hemû cîhanê, Ewropayê, dewletên herêmê û her wiha ya Tirkiyeyê de ye ku dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.

Raportor gelek caran çûye Kurdistanê û Tirkiyeyê jî. Ji ber vê yekê, di nava Parlamentoya Ewropayê de helwestek heye ku pirsgirêka Kurdan bi awayekî aştiyane bê çareserkirin û ev pêvajo bi rêyên demokratîk derbas bibe.

Lê Tirkiye ji aliyekî ve ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi partiya me, DEM Partiyê re, hevdîtinan dike, ji aliyê din ve hîn jî mirovan digire û Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Ji ber vê yekê, ev nakokî li qada navneteweyî jî tên dîtin.

Lê helwesta wan ev e; ew çi qas dixwazin têkevin navberê û çi qas karibin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê alîkar bin, amade ne.”

“Divê Tirkiye niha gavekê bavêje”

Nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê Eyup Doru li ser navbeykariya YEyê û komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê da zanîn:

“Daxuyaniyên gelek koman çêbûn, gelek parlamenteran piştgirî da pêvajoyê û got ku divê Tirkiye niha gavekê bavêje.

Her kes niha wisa dibêje. Her wiha hinek dewletên Ewropayê jî dibêjin, eger Tirkiye bixwaze, em dikarin têkevin navberê.

Ev pêvajoya ku niha li dar e; îro civîna partiya me bi Wezareta Dadê re hebû û niha hevdîtinên me bi komên di nava parlamentoyê re de hene ku li Tirkiyeyê komîsyonek bê avakirin.

Ev komîsyon dê li ser wê yekê bixebite ku pirsgirêka Kurdan çawa bi awayekî îdarî û fermî dikare were çareserkirin.

Di vê pêvajoyê de, Yekîtiya Ewropayê di hevdîtinên me yên vê dawiyê de, me bi Hikûmeta Almanyayê re jî hevdîtin çêkirin.

Hevserokên partiya me jî beşdar bûn. Me bi partiyên siyasî yên Almanya û Îngilistanê re jî civînên berfireh li dar xistin.

Di hemû hevdîtinên me de derdikeve holê ku dewletên Ewropayê pir dixwazin ku pirsgirêka Kurdan bi awayekî fermî û aştiyane were çareserkirin.”

Doru li ser helwesta Kurdan a li ser pêvajoyê jî got:

“Hemû partiyên Kurdistanê dixwazin pirsgirêka Kurdan bi awayekî fermî û aştiyane were çareserkirin.

Li Başûr, Rojhilat û Rojava jî dixwazin pirsgirêka Kurdan bi vî awayî bê çareserkirin.

Ev di berjewendiya hemû Kurdistanê de ye.

Em jî wek partî hewl didin hem bi dostên xwe yên li Yekîtiya Ewropayê re, hem jî bi komîsyonê re xebatan bikin.

Ez bi xwe endamê birêvebiriya Partiya Sosyal Demokrat a Ewropayê me.

Em wekî partî, di nava komên wekî Partiya Sosyal Demokrat a Ewropayê û Hevpeymaniya Pêşverû de cihê xwe digirin û em hewl didin di nav van koman de xebatekê bimeşînin ku em karibin alîkarî û piştgiriyê ji vê pêvajoyê re peyda bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst