Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Îsraîlê xwest pîlotên xwe vegerîne û wan bombeyan neteqîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser agirbesta Îran û Îsraîlê ji rojnamegeran re axivî û got, ”Divê Îsraîl balafira xwe vegerîne û bombeyan bi ser Îranê de bernede. Ez bi wî karê Îsraîlê ne kêfxweş im”
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbestek di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand, her du alî niha hevdû bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin û hevdû bi tundî tehdîd dikin.
Çend demjimêran piştî ragihandina agirbestê, artêşa Îsraîlê eşkere kir ku Îranê bi avêtina 2 mûşekan agirbest bin pê kiriye.
Li ser vê yekê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wî ferman daye artêşê daku "bi tundî" bersiva Îranê bide û baregehên li navenda Tehranê bike armanc.
Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de got, “Herdu aliyan, Îran û Îsraîlê, ew agirbesta ku ji bo wan ragihandibû binpê kirine. Ez ne piştrast im ku wan bi qestî kiribe.. Bi dilê min nîne ku Îsraîlê vê sibehê qet ew kar kiriye û ez dixwazim bizanim gelo ez dikarim wê rawestînim."
Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku Îran dê ti carî şiyanên xwe yên atomî jinûve bi dest nexe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Îsraîlê xwest pîlotên xwe vegerîne û wan bombeyan neteqîne#Israel #Iran #iranisraelwar #Tahran #طهران #TelAviv #Haifa #تل_أبيب pic.twitter.com/BpSly7hQFG
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 24, 2025
"Ez ne kêfxweş im ku Îsraîlê niha dest pê kiriye"
Beşek ji axaftinên Donald Trump ên li ser rewşa dawî wisa bûn:
"Ez ne kêfxweş im ku Îsraîlê niha dest pê kiriye. Ew yek mûşek bû ku piştî dema diyarkirî hat avêtin û li armanca xwe jî nexist.
Niha jî Îsraîl dest bi êrîşê dike, divê ev hevalên hanê rehet bibin. Karekî pûç e. Min ji gelek tiştên ku min duh dîtin hez nekir, bi dilê min nebû ku yekser piştî me li hev kir, Îsraîlê êrîş kir, nedibû wisa bikira.
Bi min nexweş bû ku tolhildana wan gelekî bi hêz bû. Eger em bi awayekî dadperwerane biaxivin, Îsraîlê gelekî êriş kir.
Niha jî min bihîst ku Îsraîlê dest bi êrîşê kiriye, ji ber ku ew wisa difikirin ku li hemberî wan binpêkirinek bi mûşekekê hatiye kirin ku li tu derê neketiye.
Bê guman ev ne ew tişt e ku em dixwazin lê belê bila ez ji we re bibêjim, bi tiştê ku Îsraîlê jî kir, ez ne kêfxweş im."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse