Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke li dijî rêxistina Boko Haramê ya li bakurrojhilatê Nîjeryayê de 10 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Artêşa Nîjeryayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku li herêma Gamboru Ngala ya girêdayî eyaleta Bornoyê li dijî Boko Haramê operasyon hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di operasyonê de 10 endamên Boko Haramê hatine kuştin û gelek endamên din jî birîndar bûne.
Boko Haram ji destpêka salên 2000î ve li Nîjeryayê heye û ji sala 2009an û vir ve bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan.
Boko Haram ji sala 2015an û vir ve li cîranên welêt ên wekî Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrişan pêk tîne.
Di êrişên rêxistinê yên li Hewzeya Gola Çadê de herî kêm 2 hezar kes mirine.
Li welêt ji ber êriş û pevçûnan bi sed hezaran kes neçar mane koçber bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse