Li Çînê ji ber baran û lehiyê 30 kes mirin

29-07-2025
Nîşan Çîn Lehî Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedaran ragihand ku li Pekîna paytexta Çînê ji ber baranên dijwar ên ku bûn sedema lehiyên mezin herî kêm 30 kes mirine.

Li gorî Tora Televîzyonê ya Cîhanî ya Çînê (CGTN), 28 kes ji wan li navçeya Miyunê ya ku herî zêde zerer dîtibû û 2 kes jî li navçeya Yanqingê mirine.

Ji ber barana dijwar a ku çend roj berê dest pê kiribû 31 rê xera bûne, li 136 gundan kareba qut bûye, zerer gihîştiye gelek stasyonên bazê û xizmetên bingehîn têk çûne.

Li Pekînê di zik hev de 165,9 mîlîmetre (6,53 înç) baran hatiye lê li herêma Miyunê bi 543,4 mîlîmetreyan (21,39 înç) asta herî bilind a baranê hatiye tomarkirin.

Heta niha 80 hezar û 332 kes hatine veguhastin û herî zêde kes ji navçeyên Miyun, Huairou û Fangshanê hatine tehliyekirin.

Rayedaran dest bi operasyonên kontrolkirina lehiyê û alîkariya lezgîn kiriye û ji bo gihandina pêdiviyên jiyanî bo herêmên ku pêwendiya wan qut bûye dronan bi kar tînin.

Tîmên rizgarkirinê zêdetirî 3 hezar kelûpelan ji hewayê şandin bajarokê Liulimiao yê navçeya Huairouyê.

Komîsyona Neteweyî ya Bipêşketin û Reformê ragihand ku wan ji bo alîkariya hewldanên rizgarkirinê yên li Pekînê 200 milyon yuan (27,9 milyon dolar) terxan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst