Amerîkayê daxwaz ji Çînê kiriye petrola Îranê nekire

29-09-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Waşingtoinê di wan demên dawî de daxwaz ji Çînê kiriye ku hawirdekirina petrolê ji Îranê kêm bike.

Berpirsên Amerîkî û Fransî ragihandin ku bi armanca kirîna petrolê ji Îranê kêm bikin danûstandinên wan ligel Çînê hene. Di heman demê de Washington hewl dide derbarê rêkeftina atomî ya 2015an de dest bi danûstandinên ligel Îranê bike.

Amerîka dibêje ku ji aliyê kompanyayên Çînî ve kirîna petrola Îranê wiha kiriye aboriya wî welatî xwe li hemberî cezayên Amerîkayê rabigre. Li gorî Kompanya Kepler a Amerîkî, ji destpêka 2021an û heta meha Tebaxê rojane nêzîkî 553 hezar bermîl petrola Îranê bo Çînê hatiye hinardekirin.

Ajansa Reutersê jî ragihandiye, zêdebarî ceza û dorpêçên tund ên Amerîkayê bo ser Îranê û bi taybet sektora petrola wî welatî, lê belê kompaniyên Çînî berdewam in li ser kirîna petrola Îranê û bi wê yekê jî aboriya Îranê kariye heta radeyekê li hember dropêçên Amerîkayê li ser piyên xwe raweste.

Berpirsekî pilebilind ê Amerîkî ku nexwestiye nave wî were aşkerekirin, ji Reutersê re gotiye, em ji wê yekê agahdarkirin ku kompaniyên Çînî petrol Îranê dikirin.

Heman berpirsî diyar kiriye, “me heta niha bijardeya dorpêç û cezakirinê li hember kes û aliyên ku hewl didin, berovajî dorpêçên li ser Îranê bi wî welatî re tevgera baizrganî bikin, bi kar aniye û eger pêwîst bike, em dê dîsan jî wan bijardeyan bikar bînin.”

Wî berpirsî destnîşan kiriye, ew dixwazin di rêyên dîplomatîk û danûstandinan re, wê mijarê li gel aliyê Çînî gotûbêj bikin

Sala 2018an Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekişiya ku di 2015an de hatibû îmzekirin, piştre cezayên aborî li ser Îranê hatin ferzkirin.

Berpirsekî Ofîsa Serokatiya Fransayê jî roja Sêşemê daxwaz ji Çînê kir, ku têkildarî danûstandinên jibo zindîkirina rêkeftina atomî ya li gel Îranê, helwêsta xwe bi zelalî diyar bike û bi awayekî ciddîtir tevbigere.

Beriya dorpêçên Amerîkayê, Îranê rojane 2,5 milyon bermîlên petrolê hinarde dikir, ku 700 hezar bermîl bo Çînê dihat hinardekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst