Li Amêdiyê hejmara hêzên Pêşmerge tê zêdekirin

01-07-2019
Nasir Elî
Nîşan Pêşmerge Amêdî Hejmar Zêdekirin PKK
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Grûpeke çekdar a rûnixumandî roja 27ê Hezîrana 2019an di vîdeoyekê de gefê li hêzên Tirkiyê yên li nav axa Herêma Kurdistanê xwar, lê Serokê Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Duhokê di wê baweriyê de ye ku karê vê grûpê tenê tiştekî medyayî ye û êriş nakin ser Artêşa Tirkiyê.

 

Roja 27ê Hezîrana 2019an di vîdeoyekê de ku medyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) belav kiriye, grûpeke çekdar a rûnixumandî, xwe weke "Hêzên Parastina Cewherî ya Başûrê Kurdistanê" nasand û ragihand ku ew ê binke û baregehên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê bikin armanc.

 

Di wê daxuyaniyê de ku çekdarekî wê grûpê xwend, dibêjin: “Dewleta Osmanî ya nû, dagirkeriyeke nû li ser hemû Kurdistan û bi taybetî herêmên Biradost, Kerkûk û Badînan birêve dibe, mixabin çend hêzên Başûrê Kurdistanê ji bo vê dagirkeriya nû hevkar in û bê helwest in.”

 

Li sînorê parêzgeha Duhokê pênc binkeyên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê hene. Serokê Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Duhokê Îdrîs Herkî red dike ku ragihandina wê grûpê kar li ser rewşa ewlehiyê ya herêmê bike û dibêje: “Em bawer in ti bandorê nake û ti çalakiyekê jî nakin.”

 

Îdrîs Herkî behsa armanca wê grûpê kir û got: “Armanca wê grûpê tenê ew e ku hêzên PKKê dixwaze bi rêya van karan, zextê li Herêma Kurdistanê bike.”

 

Di nîvê duyemê salên nodî de dema di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de şer derket, Tirkiye hêzek şande Başûrê Kurdistanê û pênc binkeyên leşkerî li Duhokê, bi taybetî li qezaya Amêdî cîgir kirin, ku hejmara wan zêdetirî 500 leşker e li gel zirxpoş û çekên giran û navîn.

 

Tirkiye bi hinceta lêdana gerîlayên PKKê gelek caran Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, bi taybetî deverên sînorî, ji ber vê yekê jî tenê di nava du salên derbasbûyî de zêdetirî 20 sivîl hatin kuştin. Ji ber şer û pevçûnên Tirkiye û PKKê 361 gund li sînorê parêzgeha Duhokê vala bûn.

 

Roja 26ê Sibata 2019an li navenda nahiyeya Dêrelûk a ser bi qezaya Amêdî xwepêşandanek ji bo protestokirina kuştina welatiyên sivîl di bombebaranan de, hat kirin. Piştre beşek ji xwepêşanderan çûn ser binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê û agir berdan beşeke serbazgehê, di wan bûyeran de xortekî 17 salî hat kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

 

Piştî wê aloziyê hêzeke Pêşmerge bo sînorê qezaya Amêdiyê hat şandin, di çend rojên derbasbûyî de jî hejmara wan hêzan hatine zêdekirin. Ev jî îdiaya egera pevçûna Pêşmerge û gerîlayan li pey xwe anî.

 

Lê belê çavkaniyeke agahdar ji sînorê qezaya Amêdiyê van îdiayan red kir û ragihand: “Hêzên ku li sînorê qezaya Amêdiyê dimînin, niha piraniya wan li nav avedaniyê ne, lê çend cihên din jî li derveyî Amêdî dê werin bicihkirin, armanc jî tenê parastina ewlehiya deverê ye, ne ji bo rûbirûbûna hêzeke din.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst