Nakokiya li ser koça ciwanan: Qaymeqam dibêje ‘kêm bûye’, komele dibêje ‘zêde bûye’

05-10-2025
RÛDAW
Nîşan Pişder Koça Ciwanan Başûrê Kurdistanê Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê navçeya Pişderê ragihand ku li gorî meha Tîrmehê koça ciwanan a ji navçeya wan kêm bûye.

Lê Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên Ewropayê dibêje, “Wekî xwe ye û heta zêdetir jî bûye, ji meha Tîrmehê ve zêdetirî hezar welatiyî koç kiriye.”

Qaymeqamê navçeya Pişderê ya Silêmaniyê Bekir Bayiz roja şemiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Meha Tîrmehê pêleke koça ciwanan li Îdareya Raperînê û navçeya Pişderê dest pê kiribû lê niha li gorî wê demê kêm bûye.

Ev yek ne ji ber wê ye ku guh li rewşê hatiye dayîn lê ji ber hinek sedemên xwezayî û rewşa welatên derve ye."

Bekir Bayiz li ser sedemên kêmbûna koça ciwanan got:

“Di demsala sermayê de koçkirin kêm dibe, ji ber ku mayîna li daristanan dijwar dibe û rê dijwartir dibin.

Her wiha welatan rêkarên yasayî yên wergirtina penaberan tund kirine, ev in sedemên kêmbûna koçê.”

Ebûbekir Eliyê Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên Ewropayê jî ji Rûdawê re da zanîn:

“Avhewaya Herêma Kurdistanê û welatên derve ji hev cuda ye, koçkirina ciwanan a ji bo derve kêm nebûye û wekî xwe ye, heta zêdetir jî bûye.

Ji Tîrmehê heta niha zêdetirî 1000 welatiyan koçî derveyî welat kiriye.”

Ebûbekir Eli diyar kir ku ji destpêka îsal ve zêdetirî şeş hezar welatiyan koç kiriye û anî ziman:

“Ew ên ku koç kiriye piraniya wan xelkê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ne, paşê îdareyên Germiyan, Zaxo û Soranê tên.”

Beşeke mezin a wan ciwanên ku koç dikin tên desteserkirin.

Ebûbekir Elî amaje bi wê yekê jî kir û got:

“Niha nêzîkî 300 welatî li Lîbya, Tûnis, Bulgaristan, Ermenistan û Taylandê hatine desteserkirin.

Îsal çend komên desteserkirî jî hatin vegerandin Herêma Kurdistanê ku bi giştî nêzîkî 70 kesî dibin.”

Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya li Trablusê Ehmed Sehaf doh bû mêvanê bultena Rûdawê ya demjimêr 17:00an.

“Piraniya koçberan xelkê Herêma Kurdistanê ne”

Ehmed Sehaf behsa rewşa koçberên Kurd kir û da zanîn:

“Heta niha me 68 koçberên Îraqî vegerandine û niha jî 41 koçberên din bi temamî ji bo vegerê amade ne ku piraniya koçberan xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Beşa herî zêde xelkê parêzgeha Silêmaniyê ne û di nava wan de jî piraniya wan xelkê navçeya Ranyeyê ne.”

Ehmed Sehaf her wiha behsa rizgarkirina du komên koçberan kir ku yek ji wan ji 5 kesan û ya din jî ji 13 kesan pêk dihat û got:

“Ew li herêma Zariyeyê li beravên deryayê bûn ku herêmeke ne aram e û torên qaçaxçîtî û bazirganiya bi mirovan lê berbelav in.

Me bi hewleke taybet û awarte û bi 'hêza nerm' karî bi alîkariya dezgehên ewlehiyê ji wê herêmê derxin.”

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 10ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku 25 ciwanên Kurd piştî ku li Lîbyayê hatin berdan, gihiştin Herêma Kurdistanê.

Ew ciwan bi piranî bi rêya Tirkiye, Urdin, Misir û welatên din xwe digihînin Lîbyayê da ku ji wir bi rêya deryayê biçin welatên Ewropayê.

Lîbya di navbera du hikûmetan de dabeş bûye; hikûmeta Trablusê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye naskirin û hikûmeteke din jî li rojhilatê Lîbyayê heye ku desthilatdariya beşek ji axa wî welatî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst