Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê karesata mirovî: 5 nexweşxane hatine rûxandin

13 demjimêr berê
RÛDAW
Tîmeke Heyva Sor\ Wêne: Arşîv
Tîmeke Heyva Sor\ Wêne: Arşîv
Nîşan Hediye Ebdulah Heyva Sor a Kurd Taxa Eşrefiyeyê Taxa Şêx Meqsûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rêveberiya Xweser ragihand ku hedefgirtina xelkê sivîl li taxên Kurdan ên Helebê sûcê şer e.

Hediyeyê her wiha diyar kir ku ew hewl didin derman û alîkariyên bijîşkî bigihînin wan taxan.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdulah beşdarî bultena saet 13:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku Sîma Abxêzerê pêşkêş dikir.

Hediyeyê derbarê êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê got,"Berxwedana Asayîşê ya li taxan didome."

Hedîye Ebdulahê amaje pê kir ku ew li gel Xaça Sor a Navneteweyî hewl didin korîdoreke mirovî were vekirin da ku karibin xizmetên tenduristiyê bigihînin Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û birîndaran veguhêzin.

Niha em bi 15 ambulans, bijîşk û tîmên xwe bi rê ketine lê heta niha rê nehatiye vekirin."

Li gorî gotina Hevseroka Heyva Sor a Kurd, du bingehên wan ên tenduristiyê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hene: "Tevî ku derman kêm in jî heta niha dayîna xizmetguzariyan didome û bingehên me nexweş û birîndaran qebûl dikin."

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê 5 nexweşxane hene. Wekî ku Hediyeyê da zanîn ku her pênc nexweşxane jî ji ber nebûna derman, sotemenî û topbaranê êdî kat nakin û nikarin xizmeta nexweş û birîndaran bikin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd di berdewamiyê jî de got:

"Hedefgirtina xelkê sivîl û nexweşxaneyan dikeve çarçoveya sûcên şer. Xelk di rewşeke gelekî xerab de dijî.

Birîndar careke din di nexweşxaneyan de dibin hedef."

Hediyeyê her wiha eşkere kir ku tîmên wan heta niha 60 birîndar qebûl kirine ku 15 ji wan pêdiviya wan bi neştergeriya lezgîn heye lê li taxan derfeta neştergeriyê nîne.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd di berdewamiyê jî de got:

"Ew dibêjin em dixwazin alîkariyê bikin lê ti gaveke pratîkî nîne.

Gotin em dixwazin rewşê bizanibin lê ji ber topbaranê û şer dibêjin ew nikarin tîmên xwe bixin nav metirsiyê."

Ji 6ê Kanûna Paşîn ve, Artêşa Ereban Sûriyeyê bi tank û topan li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dest bi êrişan kiriye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) jî li beramberî wan bi tundî parastinê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst