Hewlêr (Rûdaw) - Karwana ewil a sivîl û birîndarên ku ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê derketibûn gihîşt bajarê Hisîçayê.
Her wiha karwaneke din a birîndar û kesên canê xwe ji dest daye gihîşt Nexweşxaneya Leşkerî ya Reqayê û ji aliyê tîmên Heyva Sor a Kurd ve hatin pêşwazîkirin.
Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa beşdarî bultena Rûdawê bû û amarên herî nû parve kirin.
Îsa diyar kir ku heta niha 118 birîndar gihîştine herêmên wan û got:
"Doh 118 birîndar derbasî herêmên me bûn.
Me ew li nexweşxaneyên Minbic, Reqa û Hisîçayê dabeş kirin. Di nav wan de nêzîkî 30 endamên Asayîşê jî hene."
Dilgeş Îsa li ser rewşa koçberan jî agahî da û got,"Niha 37 malbat li Tebqayê ne û hinek jî li kampên Azadî û Têkoşînê hatine bicihkirin.
Ew kesên ku xizmên wan li Reqayê nînin, wekî sala pêşeroj di dibistanan de dimînin."
Hevserokê Heyva Sor a Kurd bal kişand ser girtina sivîlan û karmendên tenduristiyê jî.
Îsa eşkere kir ku du karmendên wan ên bi navên Ebdo Mihemed Mihemed Yûsif Xenan dema di nav ambulansê de dixebitîn hatine girtin.
Hevserokê Heyva Sor a Kurd bangî rêxistinên navneteweyî kir ku desttêwerdanê bikin û got,"Nabe tîmên tenduristiyê bibin hedef."
Li gorî agahiyên ku Îsa ji xelkê Helebê wergirtine, hêzên êrişkar mêran ji jin û zarokan cuda dikin û wan dibin girtîgehan.
“2 endamên me hatine girtin”
Îsa her wiha îdia kir ku di dema pevçûnan de hinek kes hatine kuştin.
Koçberên ku gihîştine herêmê pêdiviya wan bi amûrên germkirinê, betanî, xwarin û şîrê zarokan heye.
Heyva Sor a Kurd li kampan klînîkek ava kiriye lê daxwaza dermanên zêdetir didome.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, niha li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê rewş aram e û rêya vegera Eşrefiyeyê hatiye vekirin lê belê ji ber tirs û metirsiya girtina ciwanan, xelk bi hêsanî venagere malên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse