Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, derbarê êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê daxuyaniyek belav kir.
Xelîl diyar kir ku berxwedana li van taxan "destaneke dîrokî" ye û îdiayên serkeftinê yên komên çekdar wekî "xeyal" pênase kirin.
Aldar Xelîl destnîşan kir ku di demekê de ku hinek kom bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî, bi taybetî jî bi piştgiriya endama NATOyê Tirkiyeyê, îdia dikin ku li ser navê "dewleta Sûriyeyê" serkeftin bi dest xistine, ev îdia di bingehê xwe de xeyal in û ne li ser esasekî sincî yan rasteqîn in.
"Du taxan 6 rojan li ber xwe da"
Xelîl bal kişand ser şerê li Helebê û got,"Tiştê ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê qewimî ne têkçûn bû lê belê 6 rojên ku berxwedaneke dîrokî tê de hat kirin bû.
Vê berxwedanê yekîtiya gel bi hemû pêkhate, jin, mêr, ciwan û kal û pîran temsîl kir.
Rejîmeke wekî ya Esed ku bi dehan salan Sûriye hikum kir, di 8 rojan de ji ber nebûna îradeya berxwedanê rûxiya.
Di heman demê de du taxên biçûk 6 rojan li ber xwe da û tevî ku ji dema rûxîna rejîmê ve ji çar aliyan ve dorpêçkirî ne jî, berxwedana wan didome."
Aldar Xelîl bi bîr anî ku piştî Peymana 1ê Nîsanê ya borî ku li ser vekişîna çekên giran û derketina hêzên HSDyê hatibû îmzekirin, van hêzan careke din "xiyanet" li her du taxan kirin.
Serkirdeyê PYDyê di berdewamiyê jî de got, "Bi saya fedakariya qehremanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên ku bi çekên xwe yên şexsî li dijî êrişê sekinîn û bi saya piştgiriya gel, ev şer veguherî destaneke nû ku dê ji bo nifşên paşerojê wekî ders bimîne."
"Nirxên mirovî bin pê kirin"
Xelîl rexne li kiryarên komên çekdar girtin û anî got, "Ew kesên ku îdia dikin bi ser ketine, bi rêya perçekirina cenazeyan û pêlîstina bi wan hemû nirxên mirovî û sincî binpê kirin.
Wan bi agir û hesin êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kirin, tu dibêjî qey Endelus feth kirine.
Ev gel, xeynî piştgiriya Tirkiyeyê ya bi rêya firokeyên bêfirokevan, rastî hêzên cuda hat lê dîsa jî radest nebû."
Aldar Xelîl teqez kir ku eger ev êriş wekî serkeftin were binavkirin, serkeftina rastîn a şehîdan e, di serî de ya şehîd Ziyad û Viyanê û ya hemû têkoşerên ku ala rûmetê bilind kirin.
Siyasetmedar Xelîl di dawiya daxuyaniya xwe de got,"Tiştê ku hatiye bidestxistin, serkeftineke rasteqîn e ji bo Asayîşê û ji bo gelê me yê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê.
"Bi saya vê berxwedanê, piştî pêkanîna kiryarên hov ên li dijî Elewî û Durziyan, hemû vebijarkên ji bo qirkirina Kurdan a li Sûriyeyê hatin pûçkirin.
Ev berxwedan bûye misogeriya parastina rûmet û doza Kurd."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse