Ciwanê Rihayî 105 roj in derdorê paqij dike

16-09-2025
RÛDAW
Nîşan Hasan Uslu Riha Paqijî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dildarê jîngeh û xwezayê Hasan Usluyê 24 salî yê Rihayî her roj xebatên xwe yên paqijiyê li ser medyaya civakî parve dike û dixwaze hişyariya xwezayê zêde bike.

Hasan Uslu di serî de park, qadên daristanî û rawestgehên otobusan digere û gemara li wan deran dide hev.

Uslu dixwaze xwe bigihîne zêdetir kesan, ji ber vê jî deverên ku paqij dike li ser medyaya civakî parve dike.

 destnîşan kir ku hiştina cîhaneke paqijtir ji bo nifşên nû pêkan e û her kes dikare piştevaniya vê destpêşxeriyê bike.

Uslu got, "Em dixwazin li seranserê Tirkiyeyê tîmeke mezin pêk bînin. Bi van tîman em dê li qadeke berfirehtir xebatên paqijiyê bikin û hişyardariyê zêdetir bikin."

Uslu anî ziman ku baweriya wî bi hişyardariya jîngehê heye û wiha pê da çû:

"Ez dixwazim ji ser medyaya civakî xwe bigihînim zêdetir kesan û tîma xwe mezin bikim.

Ev 105 roj in bê rawestan, ez derdorê paqij dikim. Her roj bi teqez, herî kêm ez 3 saetên ez paqijiyê dikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst