Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê akademîsyeneke ku heqaret li Kurd û Ereban kiribû bi şertê kontrola dadî hat berdan.
Ew bi tohmeta tawana "nefret û cihêkariya" ya li hemberî Kurd û Ereban hatibû desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Qersê li ser parvekirinên Prof. Dr. T.D.A.yê lêpirsîn dabû destpêkirin.
T.D.A. li Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê akademîsyen e.
Ew 21ê Kanûna Pêşîn a 2025an di çarçoveya lêpirsînê de hatibû desteserkirin.
Ew bi tohmeta ku li ser medyaya civakî Kurd û Ereb kirine armanc û tawanên "nefret û cihêkariya" li dijî wan kiriye hatibû tawanbarkirin.
Li gorî zanyariyan, piştî ku kar û barên wê yên li Birêvebiriya Ewlehiyê bi dawî bûn, T.D.A. li Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê di kontrola tenduristiyê re derbas bû.
Pişt re jî ew şandin dadgehê û dozgeriyê xwest ku T.D.A. were girtin.
Lê Dadgeha Cezayan a Qersê biryar da ku ew bi şertê "kontrola dadî" were berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse