Îraqê dest bi lêkolîna li ser 1387 çekdarên DAIŞê kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq DAIŞ Lêkolîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehên Îraqê dest bi lêkolîna li ser 1387 çekdarên DAIŞê kir ku li herêmê di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn û Îraqê ew wergirtine.

Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê îro destpêkirina wan lêkolînan ragihand.

Encumena Bilind a Dadweriyê amaje bi wê yekê kir ku ew DAIŞiyên lêkolîn li ser wan tê kirin, ew in ku di demên dawî de ji Sûriyeyê hatine veguhastin.

Ji ber rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, bi serpereştiya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) biryar hat dayîn ku DAIŞiyên di girtîgehan de veguhêzin Îraqê.

"Dadwerên pispor lêkolînê dikin"

Encumena Bilind a Dadweriyê ragihand, lêkolîn ji aliyê dadwerên pispor ên di warê nehîştina terorê de tên kirin.

Li gorî daxuyaniyê, tê pêşbînîkirin hejmara wan çekdarên ku tên veguhastin bigihe zêdetirî 7000an.

Her wisa Navenda Niştimanî ya ji bo Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî, belge û dokumentan dide aliyên pêwendîdar da ku li ser wan DAIŞiyên ku berê hatine girtin lêkolîn werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst