NECEF - 'Balyozê Pêncem ê Îmam Mehdî' hat desteserkirin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Necef Îmam Mehdî Desteserkirin Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Necefê ya Îraqê kesek hat desteserkirin ku bi rêya çend rûpelên tora civakî ya Instagramê îdia dikir ku ew "Balyozê Pêncem ê Îmam Mehdî" ye.

Wî kesî îdia dikir ku ew li bazara Necefê bi Îmam Mehdî re hevdîtinê dike.

Polîsê Necefê ragihand ku wan çend kes dîtine ku bi nameyên nivîskî û dengî bi wî kesî re axivîne.

Di encama lêkolînan de derket holê ku wî kesî ev kar ji bo komkirina xelkê li dora xwe kiriye.

Li gorî îfadeya wî kesî ya ku polîsan belav kiriye, wî ji kesên ku pêwendî pê re kirine re gotiye ku ew li bazara Huweyşê ya Necefê Îmam Mehdî dibîne.

Wî kesî diyar kiriye ku sedema hilbijartina wê bazarê ew bûye ku kamerayên çavdêriyê lê nînin, da ku kes daxwaza belgeyan jê neke derbarê wê îdiaya ku dike.

Ew kes li gorî yek ji bendên Madeya 372yan a Yasaya Cezayan a Îraqê hatiye desteserkirin.

Ev made taybet e bi binpêkirina wan mijarên ku pêwendiya wan bi rîtuelên dînî ve heye û cezayê wê girtîgeh e bi şertê ku ji 3 salan derbas nebe.

Îmam Mehdî, Îmamê Dazdehem û dawî yê Şîeyan e û alîgirên wê mezhebê bawer dikin ku ew dê vegere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst