Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Çîroka 2 keçên Şingalê: Du ol di malekê de!

Ji aliyê RÛDAW 3-8-2015
Çîroka keçên Şingalê

 

Sêmêl (Rûdaw) – Piştî êrişên çekdarên DAIŞê bo ser Şingalê û qewimîna karesteke mezin li wê navçeyê, gellek çîrokên dijwar û nexweş tên bihîstin. Lê wê carê çîroka du keçên Şingalê ku her yek li ser oleke cuda ye û bi hev re dijîn, gellek balkêş e.

 

Piştî êrişên çekdarên DAIŞê bo ser navçeya Şingalê li Başûrê Kurdistanê, nêzîkî 300 hezar kes ji pêkhateyên cuda yên wê navçeyê ji kurdên êzidî, xirîstiyan û misilman penaber bûn û bi neçarî berê xwe dan bajarên din ên Başûrê Kurdistanê.

 

Piraniya penaberên Şingalê li kampên penaberan li bajarên Başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin. Tenê li parêzgeha Dihokê penaberên Şingalê bi ser 16 kampan de hatine dabeşkirin û li parêzgheên Hewlêr û Silêmaniyê jî di çend kampên din de hatine bicihkirin.

 

Di nava penaberên Şingalê de gellek çîrokên cuda hene. Ji wan jî çîroka 2 keçên penaber ên xelkê Şingalê ne ku piştî êrişên DAIŞê bo ser Şingalê, bûne penaber û li navçeya Sêmêl a girêdayî parêzgeha Dihokê akincî bûne.

 

Her yek ji wan keçan li ser oleke cuda ye. Yek ji wan êzidî ye û ewa din jî li ser ola xirîstiyan e. Ligel wê çendê ku her yek ji wan keçan li ser oleke cuda ye, lê ew yek nebûye asteng li pêşiya wan ku bi hev re bijîn, bi hev re kar bikin û rojên asayî yên xwe jî bi hev re derbas bikin.

 

Ew her du keçên Şingalê piştî karesata ku bi serê wan û xelkê Şingalê de hat, bê hêvî nebûn û dest ji jiyanê bernedan. Niha ew her du bûne hevalên nêzîk û bi hev re karê nanpêjiyê dikin û derbara jiyana xwe li ser wî karî birê dikin.

 

 

Nîşankirin :
899 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 21 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 23 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.453 seconds