Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Goranê biryara xwe da

Ji aliyê RÛDAW 24-9-2017
Goranê îşev biryara xwe li ser referandumê da.
Goranê îşev biryara xwe li ser referandumê da.

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Goranê îşev bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bo referandumê serxwebûna Herêma Kurdistanê aşkere kir û dest ji dijatiya bo referandumê berda û endam û alîgirên xwe serpişk kir, ku di referandumê de çawan dixwazin wisa deng bidin.

  

Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê îşev yekşemî 24ê Îlona 2017ê bo gotûbêjkirin û nirxandina referanduma serxwebûna Kurdistanê civiya.

 

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û têde Civata Niştimaniya Goranê ragihand: Em hevniştimaniyên Kurdistanê azad dikin di çawaniya serederîkirina li gel proseya referandumê de.

 

Civata Niştimaniya Goranê da xuyakirin: “Weke Tevgera Goranê careke din (em) tekezî li ser helwesta xwe ya neguher bo damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, tevî Kerkûk û deverên Kurdistanî yên veqetandî dikin, çimku ji diristbûna dewleta nû ya Iraqê heta ku îro milmilaniya sereke ya navbera gelê Kurdistanê û rejîmên yek li pey yek ê wê li ser diyarkirina sînorê cografiyaya Başûrê Kurdistanê bûye, çareserkirina vê pirsgirêkê kroka çareserkirina doza gelê Kurdistanê di Iraqê de ye.”

 

Goranê rexne li hikûmeta Iraqê jî digire û dibêje: “Li vi rem bi pêwîst dizanin bêjin ku hikûmeta Bexdayê jî li derveyî binpêkirina destûr û mafên pêkhateyên netewî û olî yên din û cîbicînekirina wan madeyên destûrî ku mafên netewiyên xelkê Kurdistanê dabîn dike, nîne.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi hewlên Tevgera Goranê û Komela Îslamiya Kurdistanê bo paşxistina referandumê hatiye kirin û tê gotin:

 

“Em li Tevgera Goranê her ji destpêkê ve tevî Komela Îslamiya Kurdistanê û beşek ji kesatiyên rewşenbîr û niştimanperwerên Kurdistanê, me gelek hewl da ku gelê me bi yekrêzî û neşxeyeke qahîm ve pêngavan bihavêje berev diristkirina xîmên dewleta Kurdistanê û em xwe bo paşerojekê ku hêjayî qurbaniyên gelê Kurdistanê be, amade bikin. Her ji ber wê me daxwaza paşxistina encamdana referandumê bo demeke guncaw kir û me daxwaz kir, ku pêşwazî li destpêşxeriya hêzên navdewletî û Netewên Yekbûyî were kirin, lê belê hemû ew hewl hatin jibîrkirin û giringiya wan pêngavan nehatin liberçavgirtin. Her ji ber vê her encameke nexwestî ya vê proseyê di stuyê wan de ye, ku di vî demi de biryar li ser vê mijarê dane.”

 

Tevgera Goranê behsa mafê diyarkirina çarenivîsê û dewleta serixwe ya Kurdistanê di bernameya siyasiya xwe de kiriye û tekez dike:

 

“Tevgera Goranê ji yekem dema ragihadina wê ve di bernameya siyasiya xwe de, amfê diyarkirina çarenivîsê û damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê kiriye yek ji armancên xwe yên netewî. Referandum jî weke pêngavekê ber bi dabînkirina vê armanca netewî hatiye danîn.”

 

Pêştir peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Elî ji zarên çavkaniyên taybet ve  ragihandibû, ku “li gorî zanyariyên ku ji nava civînê derketine derve, Tevgera Goranê di civîna xwe ya îşev de briyar daye, ku bi teavhî bi dengê ‘Belê’ piştgiriyê li referanduma serxwebûna Kurdistanê bike.”

 

Wan çavkaniyan dabûn xuyakirin, ku “Civata Niştimaniya Goranê dê daxuyaniyeke nivîskî belav bike û têde daxwaz li cemawer û alîgirên xwe bike, ku di referanduma serxwebûna Kurdistanê dengê ‘Belê’ bidin.”

Şîrove

 
Shwan | 24-9-2017
Linki dangdan
sofi | 25-9-2017
Mala wan ava.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.578 seconds