Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

ROJAVA - 8 fermandarên Kurd winda ne

Ji aliyê RÛDAW 17-4-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - 4 sal di ser windakirina çend fermandarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê re derbas bûn, ku ji Artêşa Sûriyê cuda bûbûn û dixwastin xwe bigihînin Başûrê Kurdistanê.

 

Hejmarek efser û fermandarên leşkerî yên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê, roja 16 Nîsana sala 2013ê, dema ku ji Artêşa Sûriyê cuda bûbûn û berê xwe dabûne Başûrê Kurdistanê, li nêzîkî Dêrika Hemko têkiliya bi wan re qut bûbû û ti agahî li ser wan nehatibû zanîn.

 

Çarenivîsa wan fermandaran heta niha nayê zinîn, û diyar nîne ku li kuderê ne û çi bi serê wan hatiye.

 

Ji bo wergirtina agahiyan derbarê wan kesan de, birayê yek ji wan fermandaran ê bi nav Neqîb Hisên Bekir, Mistefa Bekir ji Denmarkê beşdarî bultena saet 19.00 a televizyona Rûdawê bû û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tohmetbar kir, ku ew partî berpirsê windakirina wan fermandarên Kurd e.

 

Mistefa Bekir got: “Hêzên PYDê ew girtibûn û biribûn zîndana Dêrikê.”

 

Bi gotina Mistefa Bekir, girtiyekî ku berê di wê zîndanê de bûye, ji wan re gotiye ku ew di zîndana Dêrikê de girtî ne.

 

Ew 8 fermandarên winda ku 4 sal in ti zanyarî li ser çarenivîsa wan nayê zanîn, ev in: Emîd Rukun Mihemed Xelîl ji Babê, Eqîd Mihemed Heysem Îbrahîm ji Efrînê, Eqîd Hesen Oso ji Efrînê, Eqîd Mihemed Gilî Xeyrî ji Efrîn, Muqedem Şewqî Osman ji Efrînê, Raîd Behzad Naso ji Efrînê, Neqîb Hisên Bekir ji Efrînê, û Mulazim Ewel Ednan Berazî ji Kobanî.

 

Heta niha wenda ne û malbatên wan bang dikin ku çarenivîsa wan diyar bibe.

4732 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

serdar Budak | 2017-06-21 12:21:49 PM
slaw ez baverim dibê "nirxê sêrînî" bê nivîsin a ne " nirxê sêranî" roj bas. Dr Serdar ji Stockholm
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-06-25 8:34:11 AM
@rudaw...ji kerema xwe Peyvan bi diristî binvîsin, Navê Peyvê "Şîrînî" ye ne "Şêranî", Şîrînî ji Şîrîn tê, Watê Tiştên-Şîrîn, lê Şêranî ji Canewerê...
Li Dêrika Hemko nirxê şêraniyê li gorî nirxê şekir e
| 21-6-2017 | (2)
Alan | 2017-06-23 7:18:59 PM
Silav, Ez vawerim ku casha ser heldane ku gistpirsiya kurdistane pek bixin. gotina ,pas aktiv kirina parlamente, de amadekariya gispirsine bekirin...
Kurdo | 2017-06-23 7:35:06 PM
Belê behsa Sê biryaran hat kirin lê her Sê biryar wek Sê Bira bi hevre dijminin.Li Herêma xudanên van Biryaran,Bajarê wan bê Walî û Qezayên wan,bê...
YNK û Goranê di civînê de 3 biryar dan
| 23-6-2017 | (2)
Malabadéya Silivana Diyarbekiré | 2017-06-23 5:30:28 PM
Ci bu gelo? Kurdistan ava bu, bi $ewitandina Balgireki Komiré? Kú quweta we heye bi kémasi 200 tankén tiro imha bikin li devera bakuré Kurdistané. Ku...
VÎDEO - PKKê li Dêrsimê agir berda barhilgira komirê
| 23-6-2017 | (1)
Raif Yaman | 2017-06-23 2:07:28 PM
parsek dengê ningên nevîyên medan dibihîse. zane ku destpêka dawîya desthilatîya parsekan e. qenc dizane ku ewê textê medan bikeve destê xwedîyên xwe...
Xaminêyî li ser giştpirsiya serxwebûnê dijayetiya Îranê ragihand
| 23-6-2017 | (1)
0.375 seconds